Efrîniyan sersaxî ji malbata şehîd Qendîl Hisên re xwestin

​​​​​​​Şêniyên Efînê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Parastina Gel-HPG Qendîl Hisên re xwest ku sala 2018’an li herêma Amanosan şehîd bûbû.

Duh Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel-HPG nasnameya gerîlayê xwe Qendîl Hisên eşkere kir.

Navendê diyar kir ku şehîd Hesen Hisên Hesen yê bi nasnav Qendîl Hisên ji gundê Sînka yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî ye û di 27’ê Adara 2018’an de li çiyayên Amanosê şehîd bûye.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê ji bo şehîd Qendîl Hisên li navçeya Ehrezê ya Şehbayê, kon veda.

Îro bi sedan Efrîniyan berê xwe dan kon û ji malbata Şehîd re sersaxî xwestin.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko û Kongra Star Wefa Hisên axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha bi navê Yekitiya Êzidiyên Efrînê Sûad Hiso jî axivî û behsa tekoşîna HPG di rizgarkirina Êzidiyan ji komkujî û fermanên DAIŞ’ê kir.

Merasîm bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.

Back to top button