Gelê Dêra Zorê piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser dikin

Endama desteya rêveber a kombûna Jinên Zenobiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şehrezad El-Casim pişterast kir ku projeya Rêveberiya xweser projeyek niştimanî ye û teqez kir ku hevgirtina gel a bi Rêveberiya xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hemû komployan pêç dike.

4 sal piştî rizgarkirina bajarê Hecînê ji çeteyên DAIŞ’ê ji ailyê Hêzên QSD’ê ve, sazî û komîteyên xwecihî dest bi xebatên xwe yên rêxistinî û xizmetê kirin.

Rêveberiya xweser ji bo avakirina jiyana zagonî û bi ewle ket nava liv û tevgerê û dest bi aktîfkirina sektora xwendinê, nûkirina xaniyan û pêşkêşkirina xizmetê kir.

Ji ber vê yekê xelkê herêmê dîtin ku projeya Rêveberiya Xweser baştirîn çareserî ye ji bo derketina Sûriyê ji krîza heyî.

Derbarê mijarê de, Endama desteya rêveber a Kombûna Jinên Zenûbiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêhrezad El-Casim axivî û got:

Li Dêrazorê Rêveberiya Xweser krîzên ku herêm rast hatibû çareser kir.

Îro jî piştî têkoşîneke dirêj û qeyraneke deh salan, projeya Rêveberiya Xweser serkeftina xwe îsbat kir, bi riya bidestxistina ewlekarî û aştiyê.

”Projeya Rêveberiya Xweser ji bo krîzên heyî çareserî ye”

Şêhrezad teqez kir ku projeya Rêveberiya Xweser a demokratîk yekane riya çareseriya bidawîkirina aloziya Sûriyê ye û wiha anî ziman:

Projeya Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ye ji bo krîzên li Sûriyê ku gel ji ber êşê dikşîne.

Ji ber ku nêzîkatiyeke demokratîk temsîl dike ku her kes dikare li gorî ol, çand û baweriya xwe bijî bêyî ku zirarê bide kesên din.

Em ê bi biryardarî piştgiriyê bidin projeya Rêveberiya Xweser û wê jin, mêr, ciwan û zarok ji projeya Rêveberiya Xweser re û ya Neteweya Demokrat re dibêjin erê.

Back to top button