Polîsan dayîk,bav û xwişla Gulistanê binçavkirin

Polîsan mudaxaleyî malbata Gulistan Doku ya li ber Wezareta Dadê rûniştin kirin û ew li wesayita binçavkirinê siwar kirin.

Dayika Gulistan Doku ya ku di 5’ê Çileya 2020’î de li Dêrsimê hat windakirin, Bedriye Doku û bavê Gulistanê Halit Doku her wiha xwişka wê Aygul Doku ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê kiribû.

Bekir Bozdag ê ku nû tayînî Wezareta Dadê bû bi hinceta “ne musaît e” daxwaza hevdîtinê red kir.

Polîsan li ber Wezareta Dadê mudaxaleyî malbatê kirin.

Dayik, bav û xwişka Gulistanê bi mudaxaleya polîsan li wesayeta binçavkirinê hatin siwarkirin.

Nehat hînbûn ka malbat bi ku ve birine.

Back to top button