ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ Û DARÊN ZEYTÛNAN LI ŞÊREWA DIŞEWITÎNIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dehan hiktar û darên zeytûnê dişewitîne.
Çavkaniyên ji navçeya Şêrewa ragihandin ku çeteyên li gundê Beradê bi cih dibin, agir bi zeviyên şêniyên Kurd dixin.
Çeteyan bi taybetî, agir bi Newala Qizêz a bakurê gundê Beradê xistin.

Li gorî ku hat zanîn, bi deh hiktaran zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.

Her wiha li derdora gundên Berad, Birc Qas, Meyasê, Kibêşînê û Gundê Mezin ên heman navçeyê, bi hezaran darên zeytûnê jî hatin şewitandin.

Ji bilî wê, ji ber belavbûna agir, 20 generatorên derxistina avê jî hatin şewitandin.

Çavkaniyên ji gundê Birc Qasê gotin, navbera gund û agirê bi zeviyan ketî de tenê 600 metre maye.

Ev jî jiyana şêniyên gund dixe metirsiyan.

Ji ber dûmana bi ser gund de hatî, hejmarek mezin ji zarok û kesên temen mezin di pirsgirêkên nefeskişandinê de zehmetiyan dibînin.

Leave a Reply

Back to top button