Meclisa Parastina Xabûr a Asûr têkildarî êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên sala 2015`an ên li dijî gundên Asûr ên Til Temirê daxuyaniyek da: Meclisê êriş şermezar kir û diyarkir êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê jî berdewama êrişên DAIŞ’ê ne.
Bi boneya salvegera 7’an a êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî gundên Asûr ên Til Temirê Meclisa Parastina Xabûr a Asûr (MNK) daxuyaniyek da.
Di dauxyaniyê de hat gotin: Ev roj di dîroka gelê Asûr de rojeke reş e.
Ji ber êrişên bi lez şêniyên wan gundan, nekarî xwe biparêzin û derkevin.
DAIŞ`ê jî 285 sivîl revandin ku di nav de kesên temenmezin û zarok hebûn.
Gund şewitandin û perestgeh wêran kirin.
Ji 33 gundên Asûriyên ku zêdetirî 17 hezar kes lê dijiyan, niha ew gund vala ne û tenê derdora 2 hezar kes lê mane.
Ji ber êrişê gelek malbat ber bi Ewropa, Hesekê û Qamişlo ve koçber bûn.
Ev êriş bi awayekî neyînî bandor li Asûran kir, ji ber ku berê jî rastî gelek qirkirinan hatine.
Tişta DAIŞ`ê destpêkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê niha berdewam dikin.
Dewleta Tirk a dagirker rojane gundên Asûriyan topbaran dike.
Di êrişên DAIŞ`ê de zêdetirî 8 dêr wêran bûn, niha zêdetirî 6 dêrên din jî, ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker ber bi wêranbûnê ne.”
Meclisa Parastina Xabûr a Asûr di dawiya daxuyaniyê de bi tundî komkujiya li dijî gelê Asûr yên li gundên Xabûr lu bi destê DAIŞ`ê pêk hatî, şermezar kir.
Her wiha Meclisê ê bang li komîteya lêpirsînê ya navneteweyî kir ku sûcdaran di dadgeha cezayan a navneteweyî de darizînin.”