Hêzên hikûmetê herêmên Idlib û Hemayê topbaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê êrişî herêmên Idlib û Hemayê kir.
Îsraîlê jî herêma Qineytrayê bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlib û Hemayê bi çekên giran topbaran kir.

Îsraîlê herêma Qineytra a Sûriyê topbaran kir

Her wiha Çavdêriyê ragihand, Artêşa Îsraîlê vê sibê bi moşekan êrişî derdora Qineytrayê ya başûrê Sûriyê kir.

Hate diyar kirin di encama êrişê de ziyanên madî li derdorê çêbûne.

Di nava 24 saetan de balafirên Rus 100 êriş li dijî deverên DAIŞ’ê pêk anî

Li aliyê din Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di 24 seatên dawî de balafirên şer ên Rusya nêzî 100 êriş li dijî derverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî pêk anîne.

Hate ragihandin, Hikûmet Şamê û Rusyayê dest bi pêngava paqijkirinaa çolistanê ji çeteyên DAIŞ û bermahiyên wê dike.

Hêzên hikumeta Şamê duh jî karwanek leşkerî şand çolistana Sûriyê.

Back to top button