Malbatên girtiyan li ber derê ATK’ê banga bi cih anîna edaletê kirin

Rewşa girtiyên nexweş yên di zîndanên dewleta Tirk de roj bi roj giran dibe. Bi dehan girtîyên nexweş li ber mirinê ne lê tevî vê jî nayên berdan. Malbatên girtiyan, di roja 100’î ya çalakiya nobeda edaletê de li ber derê Saziya Tip a Edlî çalakî kirin û banga bi cih anîna edaletê kirin. Çalakiya “Nobeda Edaletê” ya malbatên girtiyan a li Wanê jî 73 roj in didome. Parlamenterên HDP’ê serdana çalakiya nobedê kirin.

Malbatên girtiyên nexweş ku li Baroya Amedê nobeda edaletê dabûn destpêkirin, di roja 100’î de li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) hatin cem hev û çalakî kirin.

Endam û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî piştgirî dan malbatan.

Lê polisan destûr neda nûnerên rêxistinên sivîl tevlî daxuyaniyê bibin.

Ji xizma girtiyan Reşahat Ada, li ber derê Sazdiyê bertek nîşanî dorpêç û astengkirina polisan da û got:

“Bila zextên li ser zarokên me bi dawî bibin û Înfazê wan neyên şewitandin.

Em aştî û edaletê dixwazin û ji bo edaletê em di nobedê de ne.”

Xizma Încî Guler a girtî jî heman daxwaz kir û got: “Tehlîl çibe bila biryar jî li gorî wê bên kirin.

Xizma Nazîme Boltan a girtî jî got: “Em daxwaza maf û hiqûqê ji bo zarokên xwe dikin.”

Parlamenter û rêveberên HDP’ê serdana çalakiya nobeta edaletê kirin

Çalakiya “Nobeda Edaletê” ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê jî 73 roj in didome.

Îro parlamenterên HDP’ê ên Wanê Muazzez Orhan û Sezaî Temellî, Hevşaredarê Wanê Mistefa Avci yê ku qeyûm li şûna wî hatibû bi cih kirin, Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun û rêveberên HDP’ê serdana nobedê kirin.

Parlamenter Sezaî Temellî, di serdana nobedê de got:

“Li girtîgehên Tirkiyê binpêkirina mafan derketiye asta herî jor û girtiyên siyasî bi êşkenceyan re rûbirû dimînin.

Çalakiya ku ji hêla dayikan ve hatî destpêkirin, ji bo parêzvanên mafên mirovan û alîgirên demokrasiyê yên li Tirkiye û Ewropayê re bangewaziyek e.”

Temellî banga serbestberdana girtiyên nexweş kir û got:

Bi sedan girtiyên wek Aysel Tugluk ên raporên wan heyî nayên berdan.

Em bang li her kesî dikin ku bila tişta ku pêwist bê kirin.

Sûltan Azboy xwest birayê wê yê nexweş ê 25 sal in girtî ye bê berdan

Yek ji girtiyên ku rewşa wî giran jî Siddik Kivanç ê 46 saliye.

Kivanç, di 6’ê Tîrmeha 1997’an de hatiye girtin û heya niha du caran krîza dil derbas kiriye û her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe.

Xwişka Siddik Kivanç, Sûltan Azboy, ragihand ku birayê wê tim bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimîne û li ber van binpêkirinan li ber xwe dide.

Sûltan Azboy, destnîşan kir ku birayê wê di girtîgehê de nexweş ketiye û got: “Li vê girtîgehê xwarinên wan nebaş in û pirsgirêka avê heye.”

Sûltan Azboy, bal kişand ser bêdengiya bipêkirinên mafan ên li girtîgehan û got:

“Li girtîgehan êşkence û kuştin heye, lê civak bêdeng e.

Back to top button