Daîreya têkiliyên derve 9 zarokên DAIŞ’î radestî şandeyeke Rûs kir

Şandeyeke Rûs îro serdana Daîreya Têkiliyên Derva ya Rêveberiya Xweser a li Qamişloyê kir. Piştî hevdîtinê 9 zarokên DAIŞ’ê ên li Kampa Roj a li Dêrikê radestî şandeyê hatin kirin.

Şandeyeke Rûs ji bo wergirtina hejmarek ji zarokên çeteyên DAIŞ’ê serdana Daîreya Têkiliyên Derva ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê a li Qamişloyê kir.

Şande ji cîgirê seroka Komseriya Mafên Zarokan a Serokê Rûsyaya Federal Sergey Igorevich û alîkara wî Êlîna Êlis – kandrova pêk dihat.

Şande ji hêla cîgirên hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilhilatê Sûriyê Fener Giêt û Ebîr Îlya, berpirsê beşê Rûsya û Emerîka li Daîreyê Pêlan Mihemed û beripirsa buroya Têkiliyên YPJ’ê Lana Hisên ve hate pêşwazîkirin.

Piştî civîna di navbera her du aliyan de, belge û protokolên radestkirina 9 zarokên Rûsî hate îmzekirin.

Civîn bi civîneke çapameniyê bi dawî bû.

Ebîr Îlya: Radestkirina zarokên DAIŞ’î ne çareseriyeke bingehîn e

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Ebîr Îlya di civîna çapmeniyê de axivî û diyar kir ev cara 8’an e ku zarokên Rûsî ên DAIŞ’î Radestî Rûsya têne kirin û hejmara wan gihaşt 244’an.

Ebîr Îlya da zanîn ku radestkirina zarokan ji bo welatên wan ne çareseriyeke bingehîn e û da zanîn divê Hikûmeta Rûsya têkildarî vê mijarê bi Rêveberiya Xwser re alîkar be.

Êlya da zanîn ku divê civaka navnetewî bi erk û berpirsyariyên xwe ên di mijara pirsgirêka çete û malbatên DAIŞ’î ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabe û got:

“Xeteriya DAIŞ’ê li tevahiya cîhanê heye û weke bombeyeke demkî ye. Buyerên dawî yên Girtîgeha Xiwêranê nîşaneya herî berbiçav ya vê xeteriyê ye.”

Cîgira hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Ebîr Êlya di dawiyê de desnîşan kir ku Rêveberiya Xweser amade ye di vî warî de bi Rûsya re hevkariyê bike

Endamê şandeya Rûs Sergey Igorevich jî spasiya Rêveberiya Xweser kir û got, ew amade ne karê xwe ji bo vegerandina hemû zarokên Rûsî berdewam bikin.

Di dawiya civînê de 9 zarokên Rûsî radestî şandeyê hatin kirin.

Back to top button