LI GUNDEWARÊ IDLIB Û HEMAYÊ 12 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Rejîma Sûrî bi piştevaniya balafirên şer ên Rûsiyayê êrîşên xwe li gundewarê Idlib û Hemayê dijwartir dike.
Di encamê êrîşan de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh balafirên şer ên rejîma Sûrî bi piştevaniya balafirên şer ên Rûsiyayê êrîşên dijwar birin ser gundewarê Idlib û Hemayê, nemaze bajarê Mi’eret Nuiman .

Çavdêriyê diyar kir ku di encam de gelek kuştî û birîndar ji çete û hêzên rejîmê çêbûn.

Her wiha 12 sivîlan jî jiyana xwe ji dest da.

Rejîma Sûrî piştî şerekî giran bajarokê Kefernebûde yê stratecîk careke din kontrol kir.

Yekîtiya Rêxistinên pêşkêşkirina alîkarîyên Tenduristiyê, destnîşan kir ku di encamê şerê ku ev 4 hefte li herêmên bêçek derdikeve,

229 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

727 birîndar bûn.

û zêdetirî 300 hezar kes koçber bû.

Leave a Reply

Back to top button