Li erkûkê 5 Krêveberên DAIŞ’ê hatin kuştin

Tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê kurdistanê jî dema dawî zêde bûye… Li hember vê tevgerê operasyon dewam dikin .. Herî dawî Artêka Iraqê ragihand ku li Kerkûkê di êrişên hewayî de 5 rêveberên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê Yehya Resûl derbarê mijar agahî parvekirin..

Yehya Resûl ragihand li hember liv û tevgera DAIŞ’ê li herêmê operasyonên wan bênavber tên lidarxistin.

Yehya Resûl diyar kir ku duh li bombebarana balafirên şer de li Kerkûkê 5 rêveberên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li gorî agahiyên Yehya Resûl dane navên 4 çeteyên DAIŞ’ê yên hatine kuştin wiha ne:

Emîrê Herêma Dubis Ebû Zûbêr.

Rêveberê DAIŞ’ê yê Dubis Rimah.

Berpirsê Yekeya Leşkerî yê DAIŞ’ê yê Dubis Ebdulrehman.

Çeteyên DAIŞ’ê yê li Dubis Ebu Xetab.

Di 20 Mehê de Li Hewlêrê jî çeteyekî DAIŞ’ê yê ku li Başûrê Kurdistanê û başûrê Iraqê serçeteyekî DAIŞ’ê bû, hat girtin.

Back to top button