Navçeya Eyn Îsa û gundên derdorê di nava du mehên borî de rastî êrişên dijwar hatin.
Têkildarî van êrişan, Hevserokê Meclisa kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid nirxandin kir.
El Ebid bêdengiya Rûsya ya garantor û civaka navneteweyî li hember van êrişan, şermezar kir.
Dewleta Tirk a faşist di nava du mehên borî de êrişên xwe li derdora navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê û rêya M4, zêde kirin.
Di encama van êrişan de 2 sivîl şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn.
Di vê der barê de Hevserokê Meclisa kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid ji ajansa Hewarê re axivî.
Hemîd El-Ebid bêdengiya Rûsya ya garantor li hember êrişan şermezar kir û got:
“Zêdebûna êrişên li ser navçeyê nîşan dide ku dewleta Tirk destekê dide çalakiyên şaneyên ku dixwazin herêmê têk bibin:
Hemîd El-Ebid bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û armancgirtina dewleta Tirk ji şêniyên herêmê re rawestîne.
Fatima El Hemed: Heta niha topên Tirkiyê yên neteqiyayî li dora mala me hene
Şêniya bi navê Fatima El-Hemed jî ku bi zarokên xwe re ji gundê Siwêd koçber bûye li dijî van êrişan bertek nîşan da.
Fatima El-Hemed diyar kir ku hin top li derdora mala wan hene û heta van kêliyan jî neteqiyane.
Fatima dibêje:
“Em naxwazin ji malên xwe derkevin lê topbaran û dengê wan, zarokên me ditrisînin.
Ez bi awayekî demkî ji mala xwe derketime heta ku bermahî werin rakirin.”
Fatima anî ziman ” Ev êrişên ku li pêş çavên garnatorên weke Rûsya û Amerîkayê pêk tên, bêbersiv dimînin.” û got:
Şênî jî li hemberî bêhelwesiya van welatan bihêrs in û daxwaza destwerdaneke lezgîn li êrîşên dewleta Tirk dikin.