Paytexta Ûkranyayê kîev jî di nav de li gelek bajaran şerekî dijwar rû dide

Şerê ku demeke dirêj e behsa wê tê kirin, îro se’etên sibehê dest pêkir.
Serokê Rûsya Vîladîmîr Pûtîn bi daxuyaniyek şerê çekdarî li dijî Ûkranyayê ragihand.
Niha Kîev jî di nav de li 6 bajaran şerekî dijwar rû dide.
Di vî şerî de û li gorî daxuyaniyên herdu welatan, heta niha 50 leşkerên Rûsî kuştine 6 tank jî hatin rûxandin.
Û 8 leşkerên Ukranî hatine kuştin û bi dehan birîndar hene.

Demek bû behsa şerê gengaz ê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de dihat kirin.

Îro ev şer hat destpêkirin

Derdora saet 6’ê sibê, êrişa Rûsyayê li dijî Ûkrayna bi axaftina serokê wê Vîladîmîr Pûtîn dest pê kir.

Pûtîn diyar kir ew nema dikarin li hember rewşa metirsîdar bêdeng bimînin û destpêkirina êrişa çekdarî li hember Ukranyayê ragihand.

Piştî axaftina Vîladîmîr Pûtîn bajarê Kîev jî di nav de, li gelek bajarên Ûkranyayê dengê teqînan hat bihîstin û zengila şer lê da.

Rewşa awarte li Ûkranyayê hat ragihandin

Rûsya bi balafirên şer, balafirxaneya bajarên Ivano-Frankivsk û Lutsk’ê bombebaran kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand Moskow êrişî binesazî û deverên Artêşa Ûkranyayê bi çekên pêşketî kir.

‘Hêzên Rûsî li ser kirimê re derbasî Ûkraniyayê bûn’

Hêzên Sînor ên Ûkraynayê jî ragihand hêza bejahiyê ya Rûsyayê li ser Qirimê re derbasî axa Ûkraynayê bûn.

Fermandariya Ukraniyayê jî ragihand “Hêzên Rûsî erebeyên zirxî jî di nav de li bakur ji sînorê Belarûsê , li rojhilatê bakur jî ji sînorê Rûsya , ve ketiye nav xaka Ûkraynayê.

Fermandariyê diyar kir ku li herêmên navborî navbera hêzên wan û Rûsî de şerekî dijwar rû dide.

Ûkranya: 50 Leşkerên Rûsî hatin kuştin û 6 tank hatin jinavbirin

Wezareta Parastinê ya Ukranyayê ragihand hêzên wan 50 leşkerên Rûsî kuştin, 6 tank jinavbirine.

Her wiha eşkere kir ku heta niha 8 leşkerên wan jî hatine kuştin 10 jî birîndar bûne.

Wezaretê bang li hemû Ukraniyan kirin ku çek rakin û xwe biparêzin.

Hate ragihandin ku alîgirên Rûsyayê yên Komara Gel a Luganskê bajarê Sçastye û Stanitsa ji destê hêzên Ukranî derxistine.

Back to top button