Rûsya êrişî Ûkrayna kir li Ewropa nirxê gaza xwezayî ji sedî 31 zêde bû

Êrişa Rûsya li dijî rojhilatê Ûkrayna bandorê li ser bazara giştî ya cîhanê dike. Bi guleya yekem re, nirxê petrola xam, gaza xwezayî û zêr bilind bû. Nirxê gaza xwezayî ji sedî 31 zêde bû. Nirêxê petrola xam, ji sala 2014’an heta niha cara yekeme ku gihişt 100 dolarî. Bihabûna van pêwistiyan wê bandoreke zêde li nirxê tevahî pêdiviyên jiyanê jî bike.

Şerê ku cihan jê ditirsiya, li rojhilatê Ewropa despê kiriye.

Êrişa Rûsya li dijî Ûkrayna tenê di sînorê van welatan de sînordar nema.

Piştî êrişa leşkerî ya Rûsya ya li dijî Ûkraynayê, di peymanên pêşeroj ên meha Adarê yên li Ewropayê de, bihayê gaza xwezayî ji sedî 30,7 zêde bû.

Li bazarên darayî, ji ber ku zêdebûna krîza Ûkraynayê bihayê petrolê, enerjî û zêr bilind kir, bihayên borsan bi tundî daketin.

Bihayê girêbestên gaza xwezayî îro ji 100 Euroyî dest pê kiribû.

Bi derbasbûna çend saetan re, ev biha 125 euro derbas kir.

Piştî 9 salan nirxê varêla petrola xam gihişt 100 dolarî

Bi teqandina guleya despê kê re, li borsayên cîhanê nirxê petrolê jî bilind bû.

Zêdebûna aloziya jeopolîtîk bihayê petrolê bilez bilind kir.

Bihayê bermîla petrola Brent ji sala 2014an vir ve cara yekem ji sedî 3 zêde bû û derket 100 dolarî.

Her bermîla petrola xam a Teksasa Rojava jî ji %3 zêde bû û derket 95,5 dolarî.

Piştî 9 salan cara yekeme ku nirxê petrola xam gihişt 100 dolarî.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku wan dest bi operasyoneke leşkerî ya taybet li Donbasê ya li rojhilatê Ûkraynayê kiriye.

Piştî vê li gelek bajarên Ûkraynayê ku paytext Kîev jî di nav de ye dengê teqînan hatiye.

Di destpêkirina operasyona leşkerî de fikarên ku dê enerjiyê li herêmê qut bibe zêde kir.

Ji aliyê din ve aloziya navbera Rûsya û Ûkraynayê jî piştgirî da bilindbûna nirxê zêr.

Bihayê zêrê onsa ku ji aliyê sermayedaran ve wek “penahiyek ewle” tê dîtin, ji sedî 2 zêde bû û derket 1944 dolarî.

Back to top button