Di êrişa li dijî wesayîtekê de a li ser rêya Amûdê û Qamişlo 4 kes birîndar bûn

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk bi balafiran êrişî wesayîtekê kir. Di encama êrişa li dijî wesayîtekê de a li ser rêya Amûdê û Qamişloyê de 3 jê jin 4 kes birîndar bûn. Duh bi şev jî dagirkeran êrişî gundê Hîsan ê Minbicê kirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin.

Bi taybetî balafirên bêmirov ên dewleta Tirk her roj li esîmanê herêmê digerin û gelek caran êrişî sivîlan dikin.

Îro ber nîvro balafireke bê mirov a bi çek ya dewleta Tirk a dagirker dîsa êrişî herêmê kir.

Di encama bomebarana li dijî erebeyek li ser rêya Amûdê û Qamişloyê de 3 jê jin, 4 kes birîndar bûn.

Navên kesên ku birîndar bûne, Daliya Şêxmûs a 20 salî, Roza Hemoa 38 salî, Menîfa Himêdî a 33 salî û Ajokarê erebeyê Lezgîn Ebid yê35 salî ne.

Kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Qamişloyê.

Ajokarê wesayîtê Lezgîn Ebid der barê êrişê de ji ANHA’yê re axivî.

Ebid da zanîn ku ji nişkave dengek xurt hate bihîstin û pencereyên erebeya wî hemû şkestin û got:

“Di wê demê de min bi lez ajot heta ku tekerên erebeyê teqiyan. Heta wê kêliyê em li taxa Hîmo ya Qamişlo bûn.

Rêwiyên ku li aliyê çepê yê erebeyê rûniştibûn ji yên din pirtir birîndar bûn.”

Dagirkeran gundê Hîsan ê Minbicê topbaran kir

Şevê din jî, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tankan gundê Hîsan ê bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kir.

Balafireke şer a Rûsyayê derdora Babê bombebaran kir

Li aliyekî din Duh êvarê balafireke şer a Rûsyayê derdora bajarê Babê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê cihê parzûnkirina petrolê hate bombebarankirin.

Lê tu agahiyên li ser ziyanan bi dest neketin.

Her wiha Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha gundê Qîrata yê li bakurê Minbicê ve bi tankan gundê Hîsan ê bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kir.

Back to top button