Joe Biden: Berpirsyarê vê êrişê Pûtîn e, wê hesabê wê bide

Li dijî vê êrişê, bertekên tund derketin.Serokê Amerîkayê Joe Biden diyarkir ku ev êriş bêbingeh e û Pûtin bi xwe wê hesabê vê êrişê bide. Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz Şoltz jî ji ber vê ev roj weke roja reş li ser Ewropayê pênasekir û bang li Rûsyayê kir ku ji vê şaşitiya xwe vegere. Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî bang li Pûtîn kir ku ji bo mirovahiyê vî şerê rawestîne.

Bertekên tund yekser li dijî vê êrişê derketin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden dibêje: Ev êriş bêbingeh e û Pûtin bi xwe vê berpistiyartiyê wê hilgire.

Li ser vê êrişî, seroka Komîsera Ewropayê tekez kir ew ê Kremlînê li ser vê êrişê muhasebe bikin.

Serokwezîrê Almanya: Ji bo Ewropayê ev roj rojeke reş e

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz diyar kir ku êrişa Rûsyayê ya li ser Ukranya ji bo “ewropayê roja reş e” ev yek bi awayekî zelal binpêkirina qanûnên navdewletî ye.

Sholz diyar kir ku Almanya vê gava Pûtîn a bê wîcdanî bi awayeke tund şermezar dike û li gel civaka Ukranî ye.

Serok wezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson jî êriş şermezar kir û got: Pûtîn rêka komkujî, kuştin hilbijart,wê Brîtanya û hevkarên xwe bersiva pêwîst bide Rûsyayê.

Antonio Guterres: Divê Pûtîn ji bo mirovahiyê vî şerê rawestîne

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg jî dazanîn ku ew ji bo êrişa bêhincet a li ser Ukranyayê rawestînin wê bicivin.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî bi awayeke awarte li New Yorkê civiya. Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres bang li Pûtîn kir ku ji bo mirovahiyê vî şerê rawestîne.

Josep Borell: Piştî şerê cîhanê yê 2’em Ewropa niha rewşeke reş re rû bi rû ye

Bertevkê polîtîkayên ewlehî yên Yekîtiya Ewropayê Josep Borell jî diyar kir ku ji şerê cîhanê duyem vir ve ewropa niha rojên xwe yên herî reş,tarî jiyan dike. Josep Borel diyar kir ku wê YE cezayên tund ku Rûsya texmîn nake wê lê bibirin.

Vladimir Zelenskiy: Divê Awrupa qada hewayî ji Rûsyayê re bigrin

Serokê Ukranyayê Vladimir Zelenskiy cara duyem daxuyanî da û got: “Putîn dixwaze Ukranyayê ji hol rake, divê hêzên navdewletî bi erka xwe rabin, qada hewayî li Rûsyayê bigrin.”

Serokê Ûkranyayê rewşa awarte li welêt ragihand û daxwaza ji welatiyan kir ku li malên xwe bimînin û dernekevin.

Back to top button