LI TIL BIRAKÊ DI ENCAMA ŞEWATEKÊ DE 200 DONIM JI ZEVIYAN HATIN ŞEWITANDIN

Ji destpêka mewsima îsal ve li gelek herêm û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûrî şewat bi zeviyên ceh û genim ket.
Li gor çavdêriyan Çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker ji bo di heremê de tevliheviyê derxînin vê yekê pêk tînin.
Li herêma di navbera navçeya Til Birak û Hesekê de agir bi zeviyên ceh û gemin ket.

Her wiha li navçeya Eyn Dîwar jî ertêşa Tirk a dagirker bênderên herêmê şewitandin

Rêjeyeke fireh a zeviyên çandiniyê yên di navbera gundê Sifeya yê Hesekê û navçeya Til Birakê yê herêma Cizîrê de şewitî.

Hêzên Hawarê û Agirkujê bi hevkariya şêniyan karîbûn piştî 2 saetan agir vemirînin.

Li gorî navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qasî 200 donim zevî şewitî.

LEŞKERÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER LI EYN DÎWARÊ
BI GULEYAN AGIR BI BEYARÊN ŞÊNIYAN XIST

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Eyn Dîwar guleyên teqandinê li beyaran reşandin, di encamê de şewat derket.

Şênî di metirsiyê de ne ku şewat bighêje zeviyên çandiniyê.

Li gor agahiyan leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor piştî nîvro guleyên teqandinê avêtin beyarên gundê Eyn Dîwar ê Dêrikê.

Şêniyên gund ji bo agir bi zeviyên çandiniyê nekevin berê xwe dane cihê bûyerê.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule bi aliyê gund ve direşînin û nahêle kes nêzî zeviyê xwe bibe.

Leave a Reply

Back to top button