Zelensky: Bang kir ku kesên xwedî tecrubeya şer tevlî artêşê bibin

Ya xuya dike, ev şer wê di demek kin de bidawî nebe. Serokomarê Ûkrayna Zelensky, bang li tevahî welatiyên ku xwedî tecrubeya şerin kir beşdarî artêşê bibin. Serokê Rûsya Putin yê çavê xwe berdayî tevahî xaka Ûkrayna jî bang li leşkerên Ûkrayna kir û got: Çekên xwe dênin û li malên xwe vegerin.

Ji nava Kîev û Moskowê daxuyanî li pey hev derdikevin.

Aliyek banga parastina welat dike, aliyê din jî dibêje çekên xwe dênin û li malên xwe vegerin.

Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky ji bo raya giştî ya welat li pey hev daxuyanî û hişyarî dan.

Volodymyr Zelensky got: “Ez bang li her kesê ku xwedî ezmûna leşkerî ye dikim ku beşdarî artêşê bibe. Me dit ku di têkliyên dîplomasî yên li gel Rûsya de pirsgirêk heye. Moskow çi difikire bila bifikire. Em ê ticarî dest ji mafê xwe yê serxwebûnê bernedin.”

Zelensky êrişa Rûsya şiband tevgera Amanya ya ji bo despêkirina şerê cîhanê yê duyemîn û ev tişt anî ziman:

Rûsyayê êrîşî dewleta me kir. Wî ew bi awayek pir şaş kir. Wê ji Rûsyayê re xirab were gotin. Divê gelê Rûsyayê tercîhekê bike, ka dê li kîjan rêyê bimeşe.

Serokomarê Ûkrayna ji Rûsiyan xwest ku dakevin qadan û li dijî êrişê bertek nîşan bidin.

Ji Putin bo leşkerên Ûkrayna: Çekên xwe dênin û vegerin malên xwe

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji artêşa Ûkraynayê xwest ku çekên xwe deyne.

Vladimir Putin got, “Hemû personelên artêşa Ûkraynayê ku vê daxwazê ​​bi cih bînin, wê karibin bi azadî ji herêma pevçûnê derkevin û vegerin nav malbatên xwe.”

Li gorî nûçeya ajansa TASS a Rûsyayê, di dema ku dagirkeriya Ûkraynayê dewam dikir de, Putin bang li leşkerên artêşa Ukraynayê kir.

Putin ji leşkeran xwest ku guhnedin fermanên hikumetê û ev tişt anî ziman: “Ez ji we daxwaz dikim ku demildest dest ji çekan berdin û vegerin welatê xwe. Yên ku vê daxwazê ​​bi cih bînin, wê karibin bi awayekî azad ji herêma şer derkevin û vegerin nav malbatên xwe.”

Serokê Rûsya di dawiya axaftina xwe de berpirsyariya hemû aloziya heyî avêt li ser stuyê hikumeta Kîevê.

Back to top button