Lîderên 27 welatên YE bilez dicivin

Êrişa Moskow ya li dijî Kîevê, welatên Ewropa xist nava alarmê. 27 welatên YE bilez û bez îro dicivin. Armanca sereke ya civînê nîşandana helwestek hevpar a li dijî Rûsya ye. Tevî lîderên YE wê welatên G7 ji bicivin. Serokê DYA Biden ragihand ku wê di civînê de, cezayên giran li dijî Ûkrayna bêne ferzkirin.

Lîderên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê wê vê êvarê civîneke bilind li Brukselê li dar bixin.

Lîder wê hemberî Moskowayê “helwest” û “çalakiyên hevpar” destnîşan bike.

Piştî ku Moskowayê ragihand ku Komarên Gel ên Lûhansk û Donetskê yên li Ûkraynayê nas dike, lîderên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê ragihandin ku vê êvarê civîneke rû bi rû a bilind lidar bixin.

Rayedarekî Ewropî got, “Çalakiyên êrişkar ên Federasyona Rûsyayê, hiqûqa navneteweyî û yekparebûn û serweriya xaka Ûkraynayê binpê dike. Her wiha derbê li sîstema ewlekariyê ya Ewropayê dixe.”

Rayedar anî ziman ku ya girîng di nava yekîtiyê de em bi biryar bin û nêzîkatiyeke hevpar destnîşan bikin.

Civîna bilind a rû bi rû wê saet di 20:00 de pêk were.

Welatên G7 ji bo helwestek tund nîşa Rûsya bidin bilez dicivin

Mîna welatên YE, welatên G7 jî li dijî êrişa Rûsya dixwazin helwestek berbiçav diyar bikin.

Serokê Amerîka Joe Biden diyar kir ku Amerîka û hevalbendên wê îro di Lûtkeya G7 de wê cezayên giran li ser Rûsyayê bisepînin.

Biden: Em ê bi hevalbendên xwe re cezayên giran li ser Rûsya bisepînin

Joe Biden bi rêya peyameke li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:

“Serokê Ûkraynayê Zelensky vê êvarê xwe gihand min û me hevdîtinek pêk anî.

Min jî êrîşa nerewa ya artêşa Rûsyayê şermezar kir.”

Biden diyar kir ku wî û hevalbendên wî ji Zelensky re behsa gavên ku ew ê ji bo şermezarkirina vê êrîşê bavêjin û bertekên li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kirine.

Serokê DYA got, “Zelensky ji min xwest ku ez ji rêberên cîhanê daxwaz bikim ku ‘bi eşkere li dijî êrîşa Pûtîn biaxivin’ û li cem gelê Ûkraynayê bin.”

Back to top button