Bi fermana Putin “Oparasyona leşkerî” ya li dijî Ûkrayna despêkir

Ev demek dirêje, Rûsya xwe ji dagirkirina Ûkrayna re amade dikir. Û piştî amadekarî bidawî bûn, Serokê Rûsya Putin fermana “oparasyona leşkerî” da. Gelek deverên Ûkrayna hatin armanckirin û tê gotin bidehan leşker hatin e kuştin. Cudaxwazên li herêma Donbassê ragihandin ku wan 2 bajar bidest xistine. Serokomarê Ûkrayna Zelensky ferman da leşkeran ku Rûsya berdêlên giran bide.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku li gorî dema Moskowayê saet di 06:00 de li hemberî Ûkraynayê dest bi operasyona leşkerî kirine.

Li paytext Kîev û gelek bajarên bendergehan teqîn çêbûn.

Kîevê diyar kir ku “dagirkeriyeke mezin” dest pê kiriye.

Wezareta Karên Hundir a Ûkraynayê ragihand ku li gorî texmînên wan dibe ku bi sedan leşkerên Ûkraynayî miribin.

Li gorî bîlançoya destpêkê ya fermî di bombardûmana Rûsyayê de herî kêm 7 leşker mirin, 19 jî winda ne.

Ûkrayna: 7 balafir hatin xistin û 50 leşekr hatin kuştin

Bi derbasbûna demê re, bîlançoyên nû hatin ragihandin.

Wezareta Parastinê ya Ûkrayna di saetên piştî nîvro de ev dane nû kir.

Li gorî vê, 50 endamên Rûsî hatine kuştin,

7 balafir û 2 helîkopter hatine xistin, 4 tank hatine rûxandin.

Her wiha 2 leşkerên Rûs jî bi çekên wan ve li derdora paytexta welêt Kîevê dîl hatine girtin.

Zelensky: Bikin ku bila Rûsya windahiyeke giran bidin

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ferman da artêşa Ûkraynayê ku di asta herî bilind de bikin ku hêzên Rûs windahiyan bidin.

Wezîrê Parastinê yê Ûkraynayê Alexiy Reznîkov ragihand ku artêş xeta parastinê ya li hemberî Rûsyayê ku dest bi êrîşê kir, digire.

Reznikov got, “Leşkerên me her tiştî dikin ku hûn ewleh bin û nehêlin êrîşkar bikeve hundur.”

Moskowa: Yekîneyên Ûkraynayê çeperên xwe diterikînin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên Ûkraynayê çeperên xwe diterikînin û gelek leşkeran çek danîne.

Wezaretê got, “Li gorî îstîxbaratê, gelek yekîneyên ser bi Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê çeperên xwe diterikînin.”

Hêzên leşkerî yên herêmên Donetsk û Luhansk ên pişta xwe dispêrin Rûsyayê, diyar kirin ku du bajarên biçûk ên li rojhilatê welêt Stanytsîa û Chtchastîa bi dest xistine.

Kîev: Yekîneyên Rûs ber bi du bajaran ve tên

Wezareta Karên Hundir a Ûkraynayê diyar kir ku artêşa Rûsyayê ber bi bajarê Mîlov ve tên.

Her wiha hate ragihandin ku li herêma Khmelnytskî ya li rojava û Dnipro ya li başûr, bi roketan li depoyên cebilxaneyan hatiye xistin.

Li bajarê Lutskê jî kûleyeke televîzyonê hate îmhakirin, li Vinnytsi û derdora Kîevê jî li leşkergehan hate xistin.

“Reva ji kîevê despê kiriye”

Piştî van bûyeran gelek ajansên nûçeyan dîmen parve kirin û ragihandin ku welatî ji Kîevê direvin.

Back to top button