Li Silêmaniyê wê konferansa li ser DAIŞ’ê pêk were

Wê roja 26’ê Sibatê li Silêmaniyê ‘Komxebata Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’î’ were li darxistin. Di komxebatê de wê li ser stratejiya şerê dijî DAIŞ’ê û xeteriyên girtiyên DAIŞ’î ya li ser Iraq û Bakur rojhilatê Suriyê were axaftin.

Komxebat ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyê û Eniya Piştevaniya Rojava ve tê organîzekirin.

Li gorî bernameya komxebatê, wê komxebat di saet 09:30’an de destpêbike.

Wê axaftina vekirinê ji aliyê Rêvebera Polîtboruya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed ve were kirin.

Piştre jî wê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî bi rêya online tevli komxebatê bibe.

Di komxebatê de wê mijarên mîna tevgera çeteyan a li herêmê, bi fermî nasandina Rêveberiya Xweser û bandora wê ya li ser şerê dijî DAIŞ’ê,

stratejiya şerê dijî terorê û berpirsyartiya hêzên navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê, arenûsa girtiyên DAIŞ’îyên Iraqî yên di girtîgehên Rojava de werin nirxandin.

Back to top button