LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ DI 5 MEHAN DE 62 JIN HATINE KUŞTIN

Li Rojhilatê Kurdistanê jin dibe qurbaniya hişmendî û xizaniyê.
Kuştina jinan li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye.
Di nava 5 mehan de 62 jin hatine kuştin yan jî dawî li jiyana xwe anîne.

Li rojhilatê Kurdistanê jin dibe qurbanaiya xîzanî.

Bîlançoya kuştina jinan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêde bûye.

Li gorî ajansên navxweyî yên Îranê di 5 mehan de li Rojhilatê Kuristanê 62 jin hatine kuştin.

Piraniya bûyeran jî li bajarê Îlam û Kirmaşan pêk hatine.

Li gorî daneyan, ji van 10 jin ji aliyê hevser, bav û birayê xwe ve hatine kuştin.

4 jin bi xwe şewitandinê jiyana xwe ji dest dane.

48 jine din jî bi xwe darvekirin, derman û şêwazên din dawî li jiyana xwe anîne.

Xwekuştin û kuştina jinan ji zarokên 10 destpê dike û heta jinên 60 salî diçe.

Temenê 18 kesan di nava 10 heta 20 salî de ye.

13 jin temenê wan di navbera 20 heta 30 salî de.

31 jin din temenê wan di navbera 30 heta 60 saliyê de ne.

Bûyera herî dawî jî li bajarê Pîranşarê bû.

Di 24’ê Gulanê de jinek temen 16 salî xwe darvekir.

Herwiha hefteya borî du xwîşkên bi navê Şayste (23) û Esra (22) bi destê bav û birayên xwe hatine kuştin.

Berpirsa Komîteya Dîplomasî ya Komelgeha Jinên Azad a Kurdistanê (KJAR) Ciwana Sine li ser mijarê axivî.

Ciwan Sine, diyar kir ku li seranserî Îranê bûyerên şîdeta li dijî jinan belav bûye û got:

Lê ev bûyer li Rojhilatê Kurdistanê zêdetire.

Divê li şûna ku jin hebûna xwe ji holê rabikin, hewl bidin wê hişmendiya ku li ser wan tê ferz kirin bişkênin.

Divê rola rêxistin û aliyên siyasî di rêxistinkirina civakê û jinan hebe”.

Leave a Reply

Back to top button