Şehîdên Sibatê û pêngava Gurzê Gelan hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan ya li Qamişlo şehîdên meha Sibatê bi merasîmekê bibîr anîn. Her wiha Partiya Kesk a Demokratîk jî tevî Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo şehîdên meha sibatê bibîranîna û ji bo şehîdên pêngava Gurzê Gelan 121 dar li goristana Şehîd Delîl Sarûxan çandin.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo ji bo 56 şehîdên meha Sibatê ku di dem û cihên cûda de şehîd bubûn bi mersîmekê bi bîr anîn.

Merasîm li goristana Şehîd Delîl Sarûxan hat li dar xistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Sarûxan axivî û behsa berxwedan û tekoşîna Şehîdan kir.

Ebdulkerîm Sarûxan got: “Gelê ku destkeftiyên wan ji xwîna şehîdan bin, ji wan bêhtir bi nirx tune ye, ji ber vê divê em parastina xeta şehîdên xwe bikin.”

Li aliyekî din jî, Partiya Kesk a Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qmişlo ji bîranîna Şehîdên Pêngava Gurzê Gelan li goristana Şehîd Delîl Sarûxan 121 dar çandin.

Back to top button