Li Kobanê, Reqa û Girkê Legê amadekariyên ji bo pêşwaziya 8’ê Adarê tê kirin

Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanî jinan dest bi çalakiyan kir. Li Kobanê, Reqa û Girkê Legê kolan û qadên sereke ên bajêr ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê tên xemlandin.

Di çarçoveya çalakiyên tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî yên bi boneya 8’ê Adarê vê sibehê endamên Kongra Star li kantona Kobanê gelek alên xwe, alên YPJ’ê û wêneyên rêber Ocalan li kolanan daliqandin.

Di heman demê de Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê jî dest bi hemleya xemilandina rêyên sereke yên bajêr, Çerxerêya Saetê û qadên bajêr kir.

Her wiha jinan pankartên “Bi hev re em parastina şoreşa xwe bikin û erdên xwe rizgar bikin” daliqadin.

Li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê jî, Qada Şehîd Xebat Dêrik bi al û wêneyên şehîdan û rêber APO xemiland.

Çalakiyên Roja Jinan dê heta 10`ê Adarê berdewam bikin.

Back to top button