LI EYN ÎSAYÊ DANÊ SIBIHÊ BI DEHAN HEKTARÊN ZEVIYAN ŞEWITÎN

Vê sibehê li gundewarên navçeya Eyn Îsayê bi dehan hektarên zeviyan şewitîn.

Îro di saet 10’an de li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê li ser rêya ku diçe bajarê Reqayê, şewateke mezin çêbû.

Şewatê ji herêma Xurbe Elaya ber bi Til Xinzîr ve dest pê kir.

Ev her du herêm jî, ji aliyê rojhilat ve digihêjin navçeyê .

Tîma agirkujiyê di 45 xulekan de agir vemirand.

Ji sedema bayê xurt nêzîkî 50’î hektar ji zeviyan şewitîn.

Li aliyekî din jî aliyên pêwendîdar der barê sedemên pêketina şewatê de ku berê DAIŞ’ê di vê mehê de hilgirtibû ser milê xwe, lêpirsîn dikin.

Divê ku were bi bîr xistin ku ev şewata 4’emîn e li herêma Eyn Îsayê pêk tê.

Leave a Reply

Back to top button