DADGEHA BEXDAYÊ CEZAYÊ BIDARVEKIRINÊ LI SÊ DAIŞ’IYÊN FRANSÎ DIBIRE, PARÎS JÎ VÊ YEKÊ RED DIKE

Hikumeta Iraq çeteyên DAIŞ’ê yên Frasnî dadgeh kir û cezayê darvekirinê li 3 çeteyan birî.

Di nava çeteyên DAIŞ’ê de, hejmarek çeteyên Fransî hatine girtin.

Herî dawî Dadgeha Bexdayê hikumê darvekirinê li 3 DAIŞ’î yên Fransî birî.

Berî niha wezîra dadê ya Fransî Nicole Pelopi hişyarî dabû ku eger hikumên bidarvekirinê der barê Fransiyan de were birîn, wê Parîs yekser destwerdanê bike.

Îro jî wezareta karê derve ya Fransayê ev hikum red kir û ev tişt anî zimên:

Em hurmetê ji hikumeta Îraqî re digirin…. û divê kesên DAIŞ’î werin darizandin.

Lê bidarvekirin ne li gorî rêgezên me ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê li bakur û Rojhilatê Sûrî girtî ne û bi dehan komkujî pêk anîne.

Lewma şênî û rêveberiya herêmê banga avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina van çeteyan li herêmê dikin.

Leave a Reply

Back to top button