Moskow: Çernobil di kontrola me de ye

Di êrişa Rûsya ya li ser Ûkrayna de, yek ji metirsiya herî sereke rewşa li santrala Çernobil e. Hêzên Rûsya dibêjin, wan kontrola Çernobil bi tevahî xistine destê xwe. Lê vê yekê metirsiyek mezin ji bixwere daye avakirin.

Çernobîlê ku 110 kîlometre dûrî paytexta Ûkraynayê Kîevê ye.

Biştî teqîna 1986’an ev nav ji bo Ûkraynî û cîhanê her bû cihê tirsê.

Ji ber li vê santrala nukleerî mezintirîn felaketên nukleerî yên li cîhanê pêk hatibû.

Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê li ser malpera xwe gotina “Hê jî çarenûsa reaktorê ne diyar e” bikar anî.

Her çend reaktora dawîn a xebatê di sala 2000 de hate girtin, lê lêkolînên ji bo girtina reaktorê bi tevahî û ji holê rakirina beşeke ku hîna nehatî kontrolkirin dewam dikin.

Alîkarê Serokê Ofîsa Serokomariya Ûkraynayê Mikhail Podolyak duh saet 21.45’an da zanîn ku kontrola Santrala Nukleerî ya Çernobîlê ketiye destê hêzên Rûsî.

Podolyak, anî ziman ku piştî êrîşa Rûsan mirov nikare bêje santrala elektrîkê ewle bûye û diyar kir ku ev yek ji xetereyên herî mezin ên li ser Ewropayê ye.

Santrala nukleerî ya Çernobîlê ji çar reaktoran pêk tê.

Ya dawî di 15’ê Kanûn 2000’î de hat girtin.

Piştî ku reaktorek tê girtin, bi dehsalan pêwistî dike ku bi tevahî were girtin û bermahiyan hilweşîne.

Li gor zanyariyên ku Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê (IAEA) parve kirine, proseya xebatê di reaktora dawî de, rakirin û avêtina sotemenî û bermayiyên li wir û paqijkirina tam a navendê û derdora wê girînge.

Ji ber ku dibe hîna jî ev radyoaktîf be.

Malpera ajansê diyar dike ku “qedera reaktora çaremîn, ku 1986’an de qezaya trajîk lê qewimî, hêj ne diyar e”.

Reaktora jimare çar naha di nav qubeyek metalî ya gewre de tê girtin.

Bivi awayî pêşî li belavbûna nukleer û radyasyonê tê girtin.

Bandora demdirêj a teqîna reaktorê hîn jî çavkaniya nîqaşên germ dimîne ye.

Tê zanîn ku îskeletê vê herêma sînorkirî ku jê re qube tê gotin, 1,5 milyar Euro hatiye mezaxtin.

Ji bo tevahiya projeyê jî 2,2 milyar Euro hate mezaxitin.

Û niha ev dever ketiye bin kontrola hêzên Rûsya.

Back to top button