Blinken: Ez êdî bi wê yekê bawerim ku Rûsya dixwaze hikumeta Ûkrayna hilweşîne

Rûsya li beşek mezin ya xaka Ûkrayna belav bûye û xwe berdaye nava paytext Kîevê, Amerîka nû dibêje me armanca wê famkir. Wezîrê Karên Derve yê DYA Blinken got, Ez êdî bi wê yekê bawerim ku Rûsya dixwaze hikumeta Ûkrayna hilweşîne. Wezîrê Karên Derve yê Fransa Le Drian jî Putin weke dîktator binav kir.

Amerîka her çiqasî dixwaze bi rêya cezayan Moskow bide rawestandin jî lê heta niha bi vê pêngava xwe biser neketiye.

Artêşa Rûs gav bi gav xwe berdide nava Ûkrayna û herêmên nû kontrol dike.

Di demek ev yek pêk tê de,

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken got,

Ew di wê baweriyê de ye ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dixwaze hikûmeta Ûkraynayê hilweşîne.

Blinken ji kanala ABC re axivî û diyar kir ku êrîşa li dijî paytext Kîev û bajarên din ên mezin di çarçoveya plana Rûsyayê de ye.

Blinken anî ziman ku êrîşeke Rûsyayê ji derveyî Ûkraynayê “mimkûn e” û got;

Di vê rewşê de wê Amerîka jî ji bo parastina hevalbendên NATOyê bersivê bide.

Le Drian, Putin bi “dîktatorî” pênase kir

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin “dîktator” e.

Jean-Yves Le Drian li ser destwerdana Rûsyayê ya li Ûkraynayê di kanala TF1 de axivî.

Le Drian diyar kir ku ev êrîş li dijî sozên Rûsyayê ne û diyar kir ku Putin “dîktator” e.

Wezîrê Fransî her wiha got, divê Putin fêm bike ku NATO “hevalbendeke nukleerî” ye.

Le Drian diyar kir ku cezayên ku wê li ser Rûsyayê werin sepandin, bi armanca “kilîtkirina” pergala aborî ya Rûsyayê ne û destnîşan kir ku ew îro bi telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba re axivî.

Le Drian daxuyakirin ku Ûkrayna ji bo destwerdana leşkerî ya NATOyê tu daxwazek tine ye û got:

Ev welat alîkariya mirovî, malî û alavên leşkerî dixwaze.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew ê ji Rûsyayê ji ber destwerdana leşkerî ya li Ûkraynayê bixwazin ku hesab bide Konseya Ewlekariyê ya NY.

Back to top button