Wê 1’ê Cotmeha 2022’an de hilbijartin pêk were

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi biyarekê dema hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî doh bi biyarekê dema hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê diyar kir.

Li gorî biryarê wê di 1’ê Cotmeha 2022’yan de hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêk were.

Ev jî di demekê de ye hîn hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser sererastkirina yasaya hilbijartinê negihîştine lihevkirinê.

PDK dixwaze hilbijartin bi yek bazinê pêk were û hejmara kursiyên kota jî weke xwe bimîne.

Lê hêzên din ên siyasî daxwaza sererastkirina yasayê dikin, dixwezin hilbijartin bibe pir bazin û pirsgirêka kursiyên kota jî were çareser kirin.

Back to top button