Îro şêniyên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ji bo hevşarederên xwe hilbijêrin diçin ser sendoqê.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) hilbijartina hevşaredar û enûmenên Şaredariya Gel di saet 08.00’an de destpêkir. Ji bo hevşaredariyê 4 kes namzetin.
Ji bo encûmentiyê jî 25 namzet ketine pêşbirkê. Wê ji van 7 kes werin hilbijartin. Li 8 navendan deng tê dayîn.
Şêniyên wargehê pêl bi pêl û kelecanek mezin berê xwe didin ser sindoqan.
Tê payîn hilbijartin heya saet 17.00’an dewam bike.
Hêjayî gotinê ye ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) her du salan carekê ji bo hevşaredar û encûmenên Şaredariya Gel hilbijartin pêk tê.