Platroma Qurbaniyên DAIŞ’ê: Divê çeteyên DAIŞ’ê bi dadgehek navdewletî were darizandin

Platforma Qurbaniyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang hêzên navdewletî kirin ku çeteyên DAIŞ’ê di dadgeheke navneteweyî de darizînin.

Platfroma qurbaniyên DAIŞ’ê ku ji malbatên ku xizmên xwe di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd dane, pêk tê bang li Rêveberiya Xweser, Koalîsyona Navdewletî kir ku wan beşdarî çareseriya siyasî û qanûnî ya darizandina DAIŞ’ê de bikin.

Platformê bûyerên dawî yên girtîgeha Sînaa bibîrxist û dazanîn ku xeteriya çeteyên DAIŞ’ê didome, divê aliyên berpirsiyar tedbîrên pêwîst bigrin û ji bo darizandina van çeteyan bi erka xwe rabin.

Platformê ji bo darizandina çeteyan ev bang kir:

Divê Koalîsyona navdewletî, Rêveberiya Xweser bi awayeke lez ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê dadgeheke navdewletî avabikin.

Di darizandina van çeteyan de jî ji bo edaletekî rast pêk bêk divê malbatên qurbaniyan bi awayek raste rast di vê dadgehê de cih bigrin, tev li vê yekê bibin.

Platformê daxuyakirin ku paşguhkirina vê dozê dihêle ku xeteriya çeteyên DAIŞ’ê mezin bibe.

Back to top button