Gundên Şehba û Efrîn tên topbaran kirin

Îro jî dewleta Tirk bi topan êrişî herêmê kir.
Dîsa û weke her rojê gundê Efrîn û Şehbayê bûn armanc.
Se’etên sibehê Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Efrîn û Şehbayê kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şerayê dan ber topan.

Gundên hatîn topbarankirin jî, Elqemiyê û Şewarxa û kela wê bûn.

Tevî gundên Şerayê, dagirkeran gundên Şehbayê jî weke her roj kirin armanc.

Ji wan, gundên Minixê û Bêlûniyê bûn.

Ev gund hemû jî, tije sivîl in û ew dibin qurban.

Ev êriş rojane li ser deverên din jî yên herêmê hene.

Dewleta Tirk a dagirker doh li ser riya Qamişlo û Amûdê erebeyke sivîlan kir armanc.

Tê de 4 sivîl ji wan 3 jin bûn, birîndar bûn.

Back to top button