Nivîskarên Silêmaniyê: Yên PKK xistine vê lîsteyê dijminê Kurdan in

Li başûrê Kurdistanê Kampanya derxistina PKK’ê ji lîsta terorê her diçe mezin dibe. Nivîskarên Silêmaniyê piştgirî dan kampanyayê û diyar kirin PKK ji bo azadî û serxwebûna gelê Kurd têdikoşe û divê ji vê lîstê bê derxistin.

Piştgirya bi kampanyaya derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsta terorê’ her diçe mezin dibe û hejmara kesên ku beşdar dibin zêdetir dibe.

Li Başûrê Kurdistanê jî ji dema ku kampanya hate destpêkirin gelek kesayet, rewşenbîr, pêşmergeyên dêrin, siyasetmedar û welatî beşdarî kampanyayê dibin û piştgiririyê dikin.

Têkildarî mijarê nivîskarên Silêmaniyê ji Rojnews’ê re axivîn.

Nivîskar Ehmed Arif da zanîn ku divê hemû Kurd bi hev re ji Cîhanê re bêjin ku PKK’ê ne terorîst e û ji bo azadî û serxwebûna gelê xwe têdikoşe.

Ehmed Arif daxwaz ji welatan kir ku PKK’ê weke rêxistinek şoreşger bibînin û got: “Eger weke rêxistinek şoreşger danûstandinê li gel PKK’ê bikin, wê pirsgirêka Kurd hêsantir çareser bibe.”

Mihemed Tekêyî: Yên PKK’ê weke teror dibînin dijminê gelê Kurd in

Nivîskar Mihemed Tekêyî jî axivî û diyar kir rêxistina ku parastina mafê neteweyekê bike; ne terore û wiha anî ziman: “Yên PKK’ê weke teror dibînin dijmên gelê Kurd in û naxwazin gelê Kurd bigihêje mafên xwe yên rewa.

Em li dijî vê yekê ne ku PKK di lîsteya terorê de bimîne, ji ber ku ti bingeheke rewa ya vê yekê nîne.”

Necad Qadir: PKK ne terorîste, PKK Tevgera Azadiyê ye

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Tevgera Demokratîk a Gelê Kurd Necad Elî Qadir tevlîbûna xwe ya ji kampanayê re ragihand û destnîşan kir PKK ne teror e, PKK cengawerên azadiyê ye.

Qadir da zanîn derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê wê rê li aştî, azadî, demokrasî veke.

Qadir di dawiyê de got: “Ez bi navê Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê piştevaniya xwe ya ji bo kampanyê radigihînin.

Daxwaza me demildest ev tevgera azadîxwaz ji lîsteya terorê bê derxistin.”

Back to top button