Ûkraynayê..Welat bêdengin, welatî li qadanin

Êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê bertekek li seranserê cîhanê derxist holê. Hikumetên welatan bêdeng, lê welatî bihêrsin. Ji Japonya bigre heta Waşîngtonê, ango ji aliyekê cîhanê heta aliyê din Ûkraynî û kesên dijî şer li qadanin. Li Rûsya jî nêzî 2 hezar xwepêşandêrên dijî şer hatin binçavkirin.

Qad ji alên şîn û zer hatin xemilandin.

Li dehan welatî yekbang û yek daxwaz heye.

Di xwepêşandanên li Rûsya de nêzî 2,000 kes hatin binçavkirin

Li paytexta Rûsya Moskow xwepêşandêran xwestin ku êriş bê rawestandin.

Heman daxwaz li bajarê Saint Petersburg jî hebû.

Li bajarê Kaliningrad bi sedan kesên kom bûyîn dijberiya xwe ya ji bo şer nîşan dan.

Di encama destwerdana hêzên Rûsyî de, nêzî 2 hezar kes hatin binçavkirin.

Li Ewropa gel ji bo Ûkrayna daketin qadan

Li paytexta Fransa Parîsê bi hezaran kes li dijî êrişa Rûsya li ser Ûkrayna meşiyan.

Çalakiya ku heta direngiya şevê dewam kir.

Ev der jî paytexta Almanya Berlîne.

Almanên ku ziyana şer baş dizanin, dixwazin êrişên li ser Kîevê bên rawestandin.

Li bajarê Nuremberg hêrsek zêde ya li dijî Putin hebû.

Mîna Almanya, Îtaliyan jî helwesta xwe diyar kirin.

Paytext Roma bi rengê ala Ûkrayna hat xemilandin.

Li bajarê Bologna bi hezaran kes meşiyan.

Belçîkiyan li paytext Brukselê wêneyên Putin yên devbixwîn hildan û helwesta xwe diyar kirin.

Ev der jî Bulgariya ye.

Xwepêşandêrên li dijî şer ên li vir jî heman helwest nîşan Putin dan.

Li Londonê xwepêşandêrên kom bûyîn, daxwaza rawestandina şer kirin.

Li paytexta Fînlaydiya Helsînkê bihezaran kes li ber konsolxaneya Rûsya kom bûn.

Li Asya û Amerîka hêrsa li dijî Putin hebû

Gurcistan a ku ji destê Rûsya pir xwarî careke din, helwesta xwe nîşan da.

Li bajarê herî mezin yên cîhanê Tokyo, Ûkraynî û Japonî li dijî êrişê bertek nîşan dan.

Li aliyê din yê cîhanê li parzemîna Amerîka, tevî bêdengiyê li hinek bajar û welatan xwepêşandan pêk hatin.

Li New Yorkê li dijî êrişa Rûsya bertek hebû.

Back to top button