DAYÎKÊN AŞTIYÊ: DIVÊ CAREKE DIN TECRÎD PÊK NEYÊ

Tevî berxwedana çalakgerên grevê û rojiya mirinê, dayikên aştiyê jî bi ked û berxwedaniya xwe ku bi mehan dom kir karîn li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan rolek mezin bilîzin.

Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku li dijî her cûre tecrîdê wê têbikoşin.

Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber derê avahiya HDP’ê ya Amedê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku duh li ser daxwaza Rêber Ocalan bi dawî bûbûn, daxuyanî dan.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz jî tevlî daxuyaniyê bû.

Dayikan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê berxwedaneke dîrokî ye û wiha got:

“Kesên li girtîgehan jiyana xwe ji dest da xwediyê berxwedanê ne.

Tecrîda Îmraliyê ne tenê Îmraliyê hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê bandor dike.

Em careke din diyar dikin ku divê tecrîda ne mirovî, wijdanî û ehleqî careke din pêk neyê.

Divê ji bo bi dest xistina mafên hiqûqî ewqas berdêl neyên dayîn.

Di vê pêvajoyê de em dayik rastî zextan hatin.

Li dijî her cûre tecrîdê em ê têbikoşin. E

m ne canan nefretan bin ax bikin. “

Leave a Reply

Back to top button