Heyfa Hesen: Çirûska 8’ê Adarê li herêmên dagirkirî hatiye vemirandin

Rêvebera Meclisa Jinên Sûriyê Heyfa Hesen li ser 8’ê Adarê û rewşa jinan di herêmên dagirkirî de axivî û got: “Roja 8’ê Adarê ji bo jinan rojeke pîroz e û xwedî wateyek pir cuda ye. Lê di herêmên dagirkirî de kiryarên herî qirêj li ser jinan tê kirin, jinên ku di herêmên dagirkirî de ne jiyana wan hatiye tarîkirin.”

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî ye, ev roj li hemû deveran bi çalakiyên cur be cur tê pîrozkirin.

Lê li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî jin ji ber kiriyanên hovane yên çeteyên dewleta Tirk nikarin pîroz bikin.

Li van herêman jin rastî hemû cureyên îşkenceyê weke kuştin, revandin, tecawizkirin û tacîzkirinê tên.

Têkildarî mijarê, Rêvebera Meclisa Jinên Sûriyê ya bajarê Helebê Heyfa Hesen nirxandin kir.

Di destpêka axaftina xwe de Heyfa Hesen da zanîn ku roja 8’ê Adarê ji bo jinan rojeke pîroz e û xwedî wateyek pir cuda ye û got:

Di vê rojê de çalakiyên cur be cur ji aliyê jinan ve li tevahî cîhanê tên lidarxistin û bi lidarxistina şahiyeke mezin 8’ê Adarê tê pîrozkirin.

Roja 8’ê Adarê xwedî dîrokek berxwedêr e, di wê rojê de jin ji bo ku mafek ji mafên xwe yên jiyanî bi dest bixin têkoşiyan.

Heyfa Hesen: Li herêmên dagirkirî de kiryarên herî qirêj li dijî jinan tên kirin

Heyfa bal kişand ser rewşa jinan di herêmên dagirkirî de û wiha anî ziman:

Rewşa herêmên dagirkirî di bin metirsiyeke mezin de ye ger wiha berdewam bike dê bûyerên herî xerab biqewimin.

Li wan herêman jin di asta herî jêr de ne û jinên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê serî hildidin, tên kuştin.

Heyfa Hesen bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:

Bi navê Meclisa Jinên Sûriyê ya bajarê Helebê em bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê bêdeng nemînin.

Bi hezaran jin di herêmên dagirkirî de heya vê kêliyê rastî hemû cureyên tundiyê tên û li hêviya azadî û rizgarkirinê ne.

Back to top button