KCK: DEM DEMA AZADKIRINA RÊBER OCALAN Û TÊKBIRINA FAŞÎZMA AKP’Ê YE

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê ku bi banga Rêber Ocalan hat bidawîkirin daxuyaniyek da. KCK’ê got:
Çalakiya greva birçîbûn û rojiya mirinê xwedî bandoreke sereke di nava civakê de bû. Ji ber vê jî bi bidawîkirina grevên birçîbûnê divê têkoşîn bi amûr, rê û rêbazên nû were kirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê ku bi banga Rêber Ocalan hat bidawîkirin daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de berxwedana hemû çalakgeran pîroz kir û wiha got:

Leyla Guven di serî de em hemû berxwedêran ji ber vê çalakiya wan a serkeftî pîroz dikin û serkeftinê di têkoşîna wan de dixwazin û hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin.

KCK’ê berxwedana dayîkên laçik Spî silav kir û ev tişt anî ziman;

Dayikên me û zarokên wan ên di girtîgehan de, gelê me yê li Kurdistan û derveyî welat, Tevgera me ya Azadiyê û gerîlayan diyar kirine ku wê li dijî tecrîdê bi giyanekî fedaî li ber xwe bidin , heta ku tecrîda li ser gelê Kurd were şikandin û faşîzma qirker were têkbirin wê têkoşîna me bidom.

KCK’ê ji bo planên hikumeta AKP’ê yên li ser hevdîtinê jî ev hişyarî kir;

Desthilatdariya heyî ji bo zêde teşhîr nebe, ev hevdîtin daye kirin. Desthilatdariya AKP’ê bi van hevdîtinan xwestiye ji bo hilbijartina li Stenbolê sûdê werbigire , lê gelê me baş dizanin ev têkoşîn li dijî vê desthilatdariya ku tecrîdê dike ye. Ji bo vê jî divê têkoşîn bênavber were domandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir;

Rêber Apo bi gotina “Mahatma Gandhî bi grevên birçîbûnê re têkoşîna civakî jî geş kiribû” geşkirina têkoşînê daniye holê.

Ev yek bi avakirina tevgereke civakî wê bi encam bibe.

Ji ber vê jî bi bidawîkirina grevên birçîbûnê divê têkoşîn bi rê, amûr û metodên nû were kirin.

Divê têkoşîna ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ di nav civakê de belav bikin û hêzên demokrasiyê têxin nav vê têkoşînê.

Niha jî divê Rêber Apo were azadkirin û li ser esasê hilweşandina faşîzmê, divê Tirkiye were demokratîzekirin û têkoşîna azadkirina Kurdistanê were geşkirin.

Leave a Reply

Back to top button