Derman nadin girtiyên ku bi vîrûsa Koronoyê ketine

Rewşa girtiyên nexweş yên li girtîgehên Tirkiyê her diçe girantir dibe. Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ya ji bo girtiyên nexweş werin berdan li Wanê di roja 75’an de, li Izmîrê jî di roja 11’da dewam dike. Girtîyên li Girtîgeha bajarê Tekîrdagê jî 40 roj in li dijî zext û binpêkirina mafan di greva birçîbûnê de ne. HDP’ê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş serî li Meclisê da.

Sûc û binpêkirinên dewleta Tirk yên li dijî girtiyên nexweş her diçe zêdetir dibin.

Yek ji girtiyên nexweş Metîn Toprak, ku şevê din li xwişka xwe geriya têkildarî binpêkirinên li girtîgehê agahî dan.

Toprak ku 27 sal in girtî ye, da zanîn ku 10 roj berê tevî 2 hevalên xwe bi nexweşiya koronayê ketiye.

Toprak diyar kir ku rêveberiya girtîgehê derman nade wan û şevê din rewşa hevalekî wan xerab bûye û rakirine nexweşxaneyê.

Çalakiya nobeta edaletê ya malbatên girtiyan a li wanê di roja 75’an de ye

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş a li Baroya Wanê di roja 75’an de dewam dike.

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhedê Azad Kalkan û Endamên wê serdana malbatan kirin.

Azad Kalkan ê di serdanê de axivî û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li Tirkiyê herî zêde li girtîgehan tên jiyîn

Kalkan, ji bo dawî li vê trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bê anîn, bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk kir.

Çalakiya nobeta edaletê ya malbatên girtiyan a li Îzmîrê di roja 11. de ye

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên ya li Îzmîrê jî di roja 11’emîn de bi serdana endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê dewam kir

Behiye Yalçin li ser navê Dayikên Aştiyê axivî û diyar kir ku ew li cem malbatên girtiyan in û got:

“Em dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin werin berdan.”

Sultan Yagmekan jî li ser navê malbatên girtiyan spasiya Dayikên Aştiyê kir û bang li dayikên girtiyan kir ku bên di Nobeda Edaletê de cih bigirin.

Girtiyên li girtîgega tekîrdagê 40 roj in di greva birçîbûnê de ne

Li aliyê din girtîyên li Girtîgeha Tekîrdagê 40 roj in li dijî zext û êrişên li ser xwe û binpêkirina mafên xwe ketine greva birçîbûnê.

Malbatên girtiyan ji bo daxwazên zarokên wan werin qebûlkirin, li ber girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê.

Malbatên girtiyan bang li raya giştî kirin ku li hemberî greva birçîbûnê a ku 40 roj in dewam dike û li hemberî pirsgirêkên girtiyan bi hestiyar bin.

Parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da

Her wiha Parlamentera Partiya Gelan a HDP’ê Mûazzez Orhan Işik, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê da.

Mûazzez ji komîsyonê xwest ku ji bo parastina mafê jiyan û tenduristiyê demildest mijarê bigire rojeva xwe.

Her wiha Mûazzez Orhan, pêşnûmepirs jî da Serokatiya Meclisê û daxwaz kir ku Wezareta Edaletê derbarê mijarê de daxuyanî bide.

Back to top button