Li Mexmûrê hilbijartin bi dawî bû hejmara dengan berdewam dike

Hilbijartinên Şaredariyê a Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku her du salan carek tê lidarxistin, vê sibehê destpêkir û heya êvarî bi dawî bû.

Li 8 navendan hilbijartin destpêkir û gelê wargehê dengên xwe bi kar anîn.

Hilbijartin di saet 17:00’an li her 8 navendan bi dawî bû.

Piştî hilbijartinê hemû sindoqên ku hatine danîn hatin rakirin û hejmartina dengan destpêkir.

Wê heya derengiya şevê hejmartina dengan berdewam bike û paşê encamên hejmartinê ji wê ji raya giştî re were eşkere kirin.

Ji bo hevşaredariyê 4 kesên ketin hilbijartinê wê 2 kes werin hilbijartin.

Ji bo encûmentiyê jî 25 namzet ketibûn hilbijartinê, ji wan wê 7 kes werin hilbijartin.

Back to top button