Em ê bi hêz û berxwedana Sakîneyan li qadan bin

Tevgera Jinên Azad li bajarê Stanbolê yê Tirkiyê dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kir. Endamên TJA’ê bang li jinan kir ku bi berxwedan û serhildana Sakîneyan ji bo parastina destkefteyên xwe, di 8’ê Adarê de li qadan bin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) îsal li Stenbolê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kirin.

Tevgera Jinên Azad di 20’ê Sibatê de li navçeya Sûrê ya Amedê bernameya xwe ya ji bo 8’ê Adarê aşkere kir.

Li Stabolê jî Aktîvîstên TJA’yê dest bi xebatên xwe kirin.

Aktîvîsta TJA’yê Sevcan Kadir-oglu behsa çalakiyên ku wê ji bo 8’ê Adarê bên li darxistin kir û got;

“Em sedsala 21’ê weke serdemeke ku jinan li ber xwe daye û di têkoşîna xwe de bi israr bi ser ketine dibînin.

Ji ber vê yekê me îsal dirûşma ‘Dem dema azadiya jinê ye’ hilbijart.”

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê jî Tevgera Jinên Azad rêzeçalakiyên 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û palarmanterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê, dayîka Garîbe Gezer, Halîme Gezer û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.

TJA’yê ji bo bîranîna Garîbe Gezer, li navceya wê Kerboranê dest bi çalakiyên 8 Adarê kir.

Platforma jinan dakap bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir

Platforama Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li avahiya Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) a Amedê kom bûn û bernameya 8’ê Adarê ji raya giştî re eşkerekir.

Li ser navê jinan berdevka DAKAP’ê Fatma Yildizhan daxuyanî xwend û got:

Di sedsala 21’emîn de jî êrişên nîjadperst yên li hemberî jinan ên weke polîtîkayên bêcezatiyê, piştgirîdayîna bersûcan û betalkirina peymanên pêk tên.

Her ku TJA mezin dibe êrişên hişmendiya zayendperest ya mêr jî zêde dibin.

Bi rojane dayikên girtiyên nexweş ji bo zarokên xwe di nav çalakiya Nobeta Edaletê de cih digirin.”

Bernameya Platforama Jinan a Dîcle Amedê ya 8’ê Adarê wiha ye;

Di 1’ê Adarê de wê bi cil û bergên gelêrî li ber Misgefta Uluyê starta xebatan were dayîn û dê ji girtiyên jin re qart bên şandin.

Di 5’ê Adarê de wê tevlî çalakiya Xizmên Windayan bibin.

Di 5’ê Adarê de wê li Kolana Hunerê belavok werin belavkirin.

Wê weke pêkhateya DAKAP’ê her hefte ji bo piştgiriyê beşdarî çalakiya “Nobeta Edaletê” were kirin.

Di hefteya 8’ê Adarê de wê li her navçeyî belavok werin belavkirin.

Di fînala 8’ê Adarê de em ê li qada îstasyonê mîtîngeke girseyî lidarbixin.

Back to top button