Xelkê Siwêdayê li qadan e lê hikûmeta Şamê bersivê nade

Xwepêşandanên li Siweydayê yên li dijî hikumeta Şamê berdewam dikin. Xwepêşanderan banga başbûna rewşa debara jiyanî kir.

Xelkê Siweydayê îro li ber avahiya Eyn Zemanê çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, xwepêşandêran bi daxuyaniyekê ev daxwaz kirin:

– Divê dewleteke sivîl a adil bêyî cudabûna partiyên olan were avakirin.

– Divê dosyaya tevilheviyê were vekirin û berpirsên tevilheviyê werin lêpirsinkirin.

– Divê saziyên ewlehiyê di mijara firotina milkan de destwerdanê neke.

– Bacên gumrikê werin betalkirin.

– Çarenûsa girtiyan were diyarkirin û dosyaya windahiyan were şopandin.

– Divê piştgiriya cotkaran were kirin.

– Ji bo pêşîlêgirtina madeyên hişbir xebat were kirin.

-Qanûnek were pêkanîn ku mafên malbatên şehîd û birîndarên li welat bêyî cudabûn werin misogerkirin.

Back to top button