Li nava Kîevê dengê alarmê qet kêm nabe

Rûsyayê duh li dijî Ûkraynayê êriş da destpêkirin. Niha êdî şer li nava dilê Ûkrayna ye. Leşkerên Rûsya gihiştin paytext Kîevê. Li nava paytextê dengê teqînan bilind dibe. Rûsya dibêje, 118 navendên leşkerî yên Ûkrayna hatine kontrolkirin. Ûkrayna jî dibêje, 7 balafir, 6 helîkopter û bi dehan tankên Rûsî hatine bê bandor kirin. Berpirsên Amerîkî jî dibêjin di nava 4 rojan de Rûsya wê tevahî Ûkraynayê kontrol bike.

Dîmenên wêranî û şerê ji nava Ûkrayna tê, metirsiya heyî radixe ber çavan.

Avahiyên hilweşiyayî…

Tankên li nava bajar….

û reva ji nava welat…

Ûkrayna ji her demê bêtir, di nava metirsiyê de ye.

Êrişî avahiyeke li nava pyatexta Ûkrayna Kîevê hate kirin.

Ev der jî bajarê Mariupol / Maryopol / ê Ûkraynayê ye.

Li vir jî avahiyên bûn armanca êrişan ziyanek zêde dîtin.

Li paytext Kîevê dengê sîrenan qet kêm nabe.

Tanka leşkerên Rûsî bi awayekî hovane da ser erebeyeke sivîlan û ew perçiqandin.

Kesekî di erebê de bû asê mayî bi zorê hate derxistin.

Leşkerên Rûsî mina tiştek ji rêzê, rêya xwe dewam kirin.

Rûsya di çarçoveya oparasyonên xwe yên leşkerî ya li dijî Ûkrayna de, li derodra Kîevê kom dibe.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku di operasyonên ku li Ûkraynayê dabûn destpêkirin de 118 tesîsên leşkerî yên Ûkraynayê hatin kontrolkirin û got, “150 leşkerên Ûkraynayê xwe radestî hêzên me kirine.”

Daxuyaniyên ji nava Kîevê, daneyên cuda pêşkêş dike.

Ûkrayna: 7 balafir û 6 helîkopterên Rûsya hatin bê bandor kirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê Valeriy Zaluzhny/valîrî zalojnî/ ragihand ku di roja yekem a êrişa li dijî welat de ziyanek mezin gihandine artêşa Rûsya.

Zaluzhny got: Bêtirî 30 tank, nêzîkî 130 wesayitên zirxî, 7 balafir û 6 helîkopterên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Her wiha Wezareta Parstinêya Ûkrayna bang li tevahiya welatiyan kir ku ji bo parastina xaka welat tevî artêşê bibin.

Brîtanya: Di êrişa Rûsya de bêtirî 450 Ûkraynî hatine kuştin

Wezîrê Parastinê yê Brîtanya Ben Wallace/Bîn Walas/ di axaftina xwe ya ji bo çapemeniyê de got:

Di 24 saetên despêkê yên êrişa Rûsya li dijî Ûkrayna de, bê tirî 450 kes hatine kuştin.

Wallace îdia kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin armanc dike ku tevahiya Ûkrayna kontirol bike.

Berpirsên DAY: Em li bendê ne ku Kîev wê 96 saetan de bikeve

Li aliyê din, ji berpirsên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) îdiayên balkêş derketin.

3 berpirsên payebilind yên DYA di axaftina xwe ya ji Newsweek ê re diyar kir ku ew li bendê ne di nava demek kin de, artêşa Rûsya berxwedana Ûkrayniyan têk bibe.

Rayedaran got, “Artêşa Rûsyayê wê hêzên Ûkraynî dorpêç bike.

Bivî awayî wê wan neçar bike ku xwe radest bikin yan jî wan tine bikin.”

Rayedaran diyar kirin ku ew li bendê ne Kîev di nav 96 saetan de bikeve.

Her wiha pêşbînî kirin ku wê piştî hefteyekê endamên hikumetê ji welêt derkevin.

 

Back to top button