TAJÊ: Em ê bi biryardariya 8’ê Adarê Rêber Ocalan azad bikin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a cîhanê TAJÊ’yê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya li ber derê avahiya şaxa TAJÊ ya li Sinûnê, ji aliyê berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî ve hatî dayîn de, wiha hate gotin;

“8’ê Adarê destpêkê li Rêber Ocalan û tevahî jinên di çeperên berxwedanê de ne, pîroz dikin.

Di vê rojê de tevahiya jinên li hemberî dijminê hov ber xwe dane, bi rêzdarî bibîrtînin.

Bi saya fikirê Rêber Apo jina ku dixwestin statûya wê a xwedawend bişkînin, hate parastin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzdî da zanîn ku ew ê bi biryardariya 8’ê Adarê Rêber Ocalan azad bikin, statûya Şengala xweser ava bikin û jiyanek azad mîsoger bikin.

Back to top button