Bêrîvan Îsmaîl: Dema derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê hatiye

Ji sala 1993`an û hata niha bê bextiya li dijî PKK’ê bi dawî nebûye ..

Ji wê çaxê û heya nîha bi piştgiriya gelek dewleta PKK wekî partiyeke qedexekirî hat raghandin ..

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl dibêje çavkaniya terorê dewleta Tirk êdî dem hatiye navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” were derxistin.

Bêrîvan Îsmaîl li ser banga gelê herêmê ji derxistina nave PKK’ê ji “lîsteya terorê” ji ANHA’yê re axivî.

Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku xistina navê PKK’ê di lîsteyê de şaşiyeke mezin a civata navneteweyî ye û wiha axivî:

“Civata navneteweyî qanûn danîne, lê pêk nayne.

Îsbata vê yekê jî dewleta Tirk a dagirker çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî dike armanc.

lê civata navneteweyî li hemberî vê yekê bê deng e.”

Bêrîvan Îsmaîl bang li gelê ku Dem hatiye ku navê partiyê ji lîsteya terorê were derxistin, êdî gelê herêmê projeya xwe ya demokratîk nas kiriye ku banga şikandina qeyd û bendan dike.

Back to top button