Partiyên Îspanyayê daxwaza derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kirin

Doh li Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Baskê a herêma xweser a Îspanyayê têkildarê rewşa Kurdan civînek hat lidarxistin.

Di civînê de nûnerên partiyên Bask jî amade bûn.

Eyyûb Dorû jî nûnertiya Kurdan kir.

Li ser rewşa Rojava û hevdîtinên berê yên di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de nêrîn hatin dayin.

Nûnerê Kurd Eyyûb Dorû da xuyakirin ku di hevdîtinê de rewşa girtiyên siyasî û derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ ya Yekîtiya Ewropayê jî hatiye nîqaş kirin.

Partiyên wekî Bîldû, Îzqûîerda Ûnîda û Podemos nêrînên xwe yên ku divê PKK ji lîsteyê bê derxistin anîn ziman.

Li gorî Dorû, wan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê aliyên din bi giştî ji bo diyarkirina mafê çarenûsa gelê Kurd û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd çareseriyek bê dîtin.

Back to top button