Ebdulkerîm Umer: DAIŞ ambargoya li ser Rojava ji bo xwe bikartîne

Hevserokê Rêveberiya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer diyar kir ji ber ambargoyan li ser Rojava civak pir tengezar e û got, ”Dema ku problemên aborî çêdibin DAÎŞ vê ji bo xwe weke fersenda rêxistiniyê dibîne û endamên xwe yên veşartî dixe tevgerê.”

Ziyana aborî ya ji ber şerê 10 salan..

Bandora qanûnên Sîzer..

Astengkirina alîkariya navnetewî û gelek tiştên din..

Hemû dibe sedem ku li herêmê pirsgirêkên aborî derkevin..

Komên çete yên weke wê ambargoyê ji bo xwe weke fersend bikartînee..

Derbarê van hemû pirsgirêkan Hevserokê Rêveberiya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer nirxandin kir ..

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku ji ber amborgo û dorpêça li ser Rojava, aboriyê li herêmê girantir bûye.

Omer da zanîn DAÎŞ vê ji bo xwe weke fersanda rêxistiniyê dibîne, ji bo ku careke din bikeve van herêman.

Omer destnîşan kir tevî ku ew di her hevdîtinên dîplomatîk de vê rewşê parve dikin jî lê gaveke berbiçav nayê avîtin.

Derheqê nêzîkatiya hikûmeta Şamê de jî Omer got : “Hikûmeta Şamê Bi ambargoya aborî dixwazin li ber Rêveberiya Xweser astengiyan çêbikin. ”

Omer herî dawî got NY divê rêyeke dî ya alternatîf were dîtin.

Heke rewş wiha bidome ev ê bandorê li ser gelê herêmê û hewldanên terorê bike.’

Back to top button