Ji aliyê nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Silêmaniyê hate lidarxistin

Îro bi dirûşma ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ li Silêmaniyê hat lidarxistin. Komxebat ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Piştevaniya Rojava re hat birêxistinkirin.

Bi dehan nûnerên sazî û rêxistinan, rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, parêzer û hiqûqnas beşdarî komxebatê bûn. Beşdarên komxebatê bal kişand ser xeteriya DAIŞ’ê têkoşîneke yekgirtî ya li dijî wê. Hat gotin DAIŞ ji bo tevahiya herêmê û cîhanê xeteriyeke mezin û divê di têkoşîna li dijî çeteyan de Rojava bi tenê neyê hiştin.

Bi dirûşma ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ li Silêmaniyê komxebatek hate lidarxistin.

Komxebat ji aliyê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li gel Piştevaniya Rojava re hate organîzekirin.

Di Komxebatê de gelek rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan, parêzer û hiqûqnas amadebûn.

Destpêkê endamê Eniya netewî Bekir Şêx Selam axivî û bal kişand ser xeteriya DAIŞ’ê.

Şêx Selam diyar kir di nava gelek salên borî de gelek caran çeteyan hewl da ku êrîş bikin û got:

“Ji bo vê divê hemû alî li ser vê mijarê kom bibin û li hev bicivin, çareseriyek ji bo vê peyda bikin.”

Piştre Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Başûrê Kurdistanê Nûrşen Hesen axivî.

Nûrşen Hesen diyar kir divê Ewropa li gel rêveberiya Xweser ji bo çareseriya vê mijarê di warê siyasî û dîplomasî de kar bike û got:

“Em bi vê komxebatê peyama xwe ya li ser vê dişinin bo herêma Kurdistan, seferatxane û hemû hêzên Navneteweyî û Ewropa.”

Sînevîzyona ku xeteriya DAIŞ’ê û kirinên wê tîne ziman hate nîşandan

Piştî axaftina Nûrşen Hesen sînevîzyona ku metirsî û xeteriya çeteyên DAIŞ’ê û kirinên wê tîne ziman hate nîşandan.

Di komxebatê de du panêl hatin lidarixistin

Piştî nîşandan sînevîzyonê komxebat bi du panêlan dewam kir.

Di rûniştina panela yekem de mijara esasî, malbatên DAIŞ’ê û terora DAIŞ’ê bû.

Panela Yekem bi moderetoriya Zehya El Reşî ve bi rê ve çû. 00:21:05 şûnde

Di vê panelê de Nûnerê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Mûnzûr Ehmed, li ser mijara ‘DAIŞ’ê û tevgera wê ya li herêmê’ axivî

Mûnzûr Ehmed: Di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bar li ser milê Rêveberiya Xweser maye

Mûnzûr Ehmed anî ziman, Di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de bar li ser milê rêveberiya xweser maye û got:

“Divê hemû saziyên mafê mirovan, Xaça Sor û gelek saziyên din alîkariyê bikin.”

Sozdar Dêrik: Divê hemû dewletên berpirsiyar girtiyên xwe bigrin û wan dadgeh bikin

Piştre jî Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Dêrik bi mijara ‘Stratejiya şerê li dijî DAIŞ’ê û berpirsyariya hêzên navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê’ ev nirxandin kirin.

Bedran Çiyakurd: Yên pêşengtî li dijî DAIŞ’ê kir, gelê Kurd û pêkhateyên herêmê bû

Paşê Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyakurd jî bi mijara ‘Nasandina Rêveberiya Xweser rola wê ya di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de’, wiha axivî

Di rûniştina duyem a panelê de panelîstan bal kişand ser têkoşîneke yekgirtî ya li dijî DAIŞ’ê û texrîbata DAIŞ’ê ya ku li Iraq û Şengalê kirin.

Panelîst: Di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de yekitiya netewî girîng e

Mamosteyê Zankoyê Nîkola Eşref Şalî, Siyasetmedarê Iraq Eshed Ebadî û Berpirsa Civakî Piştevaniya Jinên Êzidî Ferîde Seîd Xelef li ser mijarê nirxandin kirin.

Nîkola Eşref Şalî, li ser Kongreya Netewî û yekîtiya netewî ya di nava Kurdan de û têkoşîna hevpar bê kirin, axivî û got

“Di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de yekîtiya netewî pir girîng e.”

Siyasetmedarê Iraqî Eshed Ebadî jî axivî û qala êrîşên DAIŞ’ê ya li ser Iraqê û texrîbata kir.

Ferîde Seîd Xelef jî qala êrîşên DAIŞ’ê yên li Şengalê û qûrbaniyên Êzidî kir.

Xelef diyar kir ku herî zêde Êzidî bûn qûrbanî, divê têkoşîneke xurt ji bo vegera Şengal û dîlên Êzidî bê kirin.

Back to top button