Li Ukranyayê şerê bajaran dest pê kir

Êrişa Rûsya ya li ser Ukraniyayê di roja 3″an de didome. Li gor agahiyên herî dawaî artêşa Rûsya di van kêliyan ji gelek aliyan ve dixwaze bikeve paytext Kîev. Niha şerekî dijwar li paytext Kîev rû dide. Zelensk daxwaza Amerîkayê ya derketina li Kîevê red kir û diyar kir ku ewê heta dawî li ber xwe bide, di cihekê de jî naçe,. Rayedarên Ukranî ragihandin ku hêzên wan heta niha zêdeyî 3500 leşkerên rûsî kuştine.

Ji bo Ûkraniyayê şeva herî dirêj bû,

Serokomarê Ûkrayna Zelensky derengiya şevê daxuyaniyek da û got:

“Artêşa Rûsyayê armanc dike ku heta sibê Kîev bixe bin konrola xwe, lê ev yek wê pêk neyê emê li ber xwe bidin.

Wisa jî bû.

Heta sibê artêşa Ukraniya li ber xwe da nehişt paytext bikeve.

Berbanga Sibê careke din Zelensky derket pêşberî kamera daxuyaniyek din da û got:

“Dibêjin Zelensky reviya ye. Ez livirim, ezê heta dawî welatê xwe biparêzim, di derkî ve jî naçim.”

Zelensky: Ezê heta dawî şer bikim di cîk de naçim

Ji xwe beriya niha hatibû ragihandin ku Zelensk pêşniyara rayedarên Amerîkî ya derxistina Zelensky ji Kîevê red kir û ji wan re gotiye.

“ji bo min derxistinê ne seyare, ji min re çek lazim e çek bişînin, ez dernakevim”.

Li aliyeke din artêşa Kîev 18 hezar çekên sivik û navîn welatiyan belavkir da ku xwe biparêzin. Gotin di cih de be li Kîevê şerê bajaran destpêkiriye.

Zelensky bang ki welatiyan kir ku bi molotofan ve seyarê leşkerî yên Rûsa bişewitînin.

Ukranya: 3500 leşkerên Rûsî hatin kuştin

Ofîsa Serokkomariyê ya Ukranyayê ragihand hezê wan zêdetirî 3500 leşkerên rûsî kuştine 200 jî dîl girtin e. 80 tang û 10 balafirên wan bê bandor kirine. Li bajarê Donbasê bi pergala S300 ve balafira şer a Su-25 xistin. Balafira barhilgir a Rûsî jî hatiye derb kirin.

Her wiha wezareta parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarê Melîtopolê û balafirgeha leşkerî ya Hostomol bi dest xistiye. Hate gotin ku li balafirgeha Hostomol 1500 hêzên taybet ê Ukraniyayê hatine kuştin.

Back to top button