Zelensky: Koalîsyona li dijî şer ava dibe

Ji bo rewestandina êrişa Rûsya li ser Ukranyayê Nato, Yekîtiya Ewropa, Fransa, Amerîka hemû di nav liv û tevgerê de ne.

Her kû dem derbas dibe zextên li ser Rûsya zêdetir dibe.

Serokomarê Ûkrayna Zelensky ragihand ku Fransa wê ji wan re çek bişîne-

Emanûel Macron jî weke axaftininên Zelensky piştrast bike bi daxuyaniyeke ragihand ku divê cihan li Ukranya yê, xwe ji bo şerek dirêj amade bike.

Sekreterê giştî yû Natoyê Jens Soltenberg diyar kir wê NATO wê di hewayî, deryayî û bejahî de alîkariya leşkerî bide Ukranya yê

Her ku dem derbas bîlançoya şerê Ukranyayê ji bo Rûsyayê jî girantir dibe

Serokomarê Ûkrayna Zelensky ragihand ku bi Serokkomarê Fransa Emanuel Macron re axiviye.

Zelensky got:

“Fransa ji bo me çek û hêz şandiye, ev hêz niha rêketin e. Koalîsyona li dijî Şer ava dibe.”

Macron: Divê cîhan li Ukranyayê xwe ji bo şereke dirêj amade bike

Emanûel Macron jî weke axaftininên Zelensky piştrast bike bi daxuyaniyeke ragihand ku divê cihan li Ukranya yê, xwe ji bo şerek dirêj amade bike.

Serokê Amerîkayê Joe Bîden bi daxuyaniyeke ragihand ku wê Amerîka axa NATO’yê biparêze. Bîden ji bo Ukranyayê telîmata alîkarî 350 mîlyon dolar a leşkerî da.

Joe Bîden di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku deriyê NATO û Yekîtiya Ewropay ji bo her kesî vekiriye.

Zelensky jî çend saet berî careke din daxuyaniyek da got “divê Yekîtiya Ewropayê ji bo endamtiya wan êdî biryarek bide, dema biryarê îro ye”.

Jens Soltenberg: Wê nato piştgiyê bide Ukranya yê

Piştî civîna NATO’yê sekreterê giştî yû Natoyê Jens Soltenberg diyar kir wê NATO wê di hewayî, deryayî û bejahî de alîkariya leşkerî bide Ukranya yê.

Soltenberg dazanîn ku hêzê wan ên bejahî wê di van çend rojan de alîkariyê bigîhînin Ukranyayê

Pentagon: Emê 8500 leşkerî bişînin sînorê Romanya Polonya

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagonê jî diyar kir ku wê Pentagon hêzeke ku jimara wê di navbera 7 hezar heta 8 hezar 500 leşkrî bişîne sînorê Romanya, Polonya

Li aliyek din Yekîtiya Ewropayê hemû heyîna aborî ya Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Wezîrî Karê Derve Sergey Lavrov cemidand.

Bulgaristan û Brîtanya jî qada hewayî ji balafirên Rûsyayê re girtin.

Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî bi rojeva Ukranyayê bi awayeke lezgîn civiyan.

Di civînê de biryara derketina Rûsya li Ûkranyayê bi piraniya dengan hate erêkirin. Welatê endam Rûsya dengê na bikaranî, Çîn , Hidistan jî bê alî man.

Back to top button