FERMANDARIYA GIŞTÎ YPJ: ME LI SER ŞOPA ŞEHÎD SILAVA Û BÊRÎVAN XWE MEZIN KIR Û KIR ARTÊŞ

Fermandariya giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê herdû şehîdên destpêkê Silava û Bêrîvan bi bîr anî û dest nîşan kir ku heta ewlehiya jiyana jinan mayînde bikin wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê şehîdên xwe yên destpêkê şehîd Silava û Bêrîvan bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de wiha got;

Sala 2012’an li Rojavayê Kurdistanê, me wek gel û jinên Kurd biryara parastina xak û civaka xwe da.

Salên 2012-2013’an bûn salên herikîna jinan nava şoreşê.

Heval Silava û Bêrîvan jî li bajarê Efrînê di destpêkê de barê şoreşê hildan ser milê xwe.

Sala 2013’an dema komên çete hewl da Efrînê dagir bikin, her du hevalên me ji bo pêşiya van êrîşan bibin mertal, di çeperên herî pêş de cihê xwe girtin.

Heval Bêrîvan 28’ê Gulanê û Heval Silava jî 29’ê Gulana 2013’an şehîd bûn.

Ev her du heval wek şehîdên me yên destpêkê ne.

Me di şexsê van her du hevalan de tehma azadiyê girt, me xwe mezin kir, bi rêxistin kir û kire artêş.

Bi hezaran jin û keçên ciwan li ser şopa Silava û Bêrîvan cihê xwe di nava şoreşê de girtin.

Şerê me yê li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Apo û xeta şehîdan hate meşandin hişt gelê me gelek destkeftî bi dest bixe.

FERMANDARIYA GIŞTÎ YPJ:
HETA EWLEKIRINA JIYANA GELAN Û JINAN EMÊ TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN

Meha Gulanê, di têkoşîna gelê me de wek meha şehîdan e.

Em ji bo vê wateya dîrokî bi kesayetên xwe re bikin yek, em ê tekoşîna xwe mezin bikin .

Me soza dabû şehîdên xwe, bi têkbirina DAIŞ’ê re bi cih anî.

Di roja îro de jî erk û berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me.

Em ê xwe ji vê re perwerde û amade bikin.

Soza xwe li hemberî şehîdan nû dikin û dibêjin heta em jiyana gelan û tevahî jinan nexin bin ewlehiyeke mayînde, wê têkoşîna me dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button