MÛSTEFA KARASÛ: ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ TÊKOŞÎNA SIYASÎ DERXISTINE HOLÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû derbarê çalakiyên greva birçîbûn û pêvajoya piştî wê nirxandin kir. Karasû diyar kir ku vê çalakiyê serdemeke nû ya têkoşîna siyasî derxistiye holê û got:
“Rêber Apo jî got, ‘dest ji greva birçîbûnê berdin’, negot ‘têkoşînê rawestînin'” û diyar kir, ku têkoşîn wê heta çareseriya pirsgirêka Kurd bidome.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû têkildarî çalakiyên greva birçîbûn û hevdîtinên bi Rêber Ocalan re ji televsiona Medya Haber re axivî.

Mûstafa Karasû di şexsê Leyla Guven de, berxwedêr hemû bi rêzdarî silav kir û cangoriyên pêngavê jî bi rêzdarî û minet bi bîr anî.

Cangoriyên pêngavê wê weke şehîdên dilsoziya mezin a bi Rêbertî, gelê Kurd û doza azadiyê di nava dîroka Kurdistanê û têkoşîna me de her hebin.

Di encama çalakiya bi hezaran berxwedêrî, gelê Kurd, dayikên Kurd û hêzên demokrasiyê de desthilatdarî tengav bû.

Ji ber vê yekê neçar ma ku destûrê bide parêzeran biçin Îmraliyê û CPT serdana Girava Îmraliyê bike.

Karasû bal kişan ser her du hevdîtinên dawî ku bi rêber Ocalan re pêk hatiye û diyar kir ku êdî ne pêkane ev tecrîd dewam bike.

MÛSTEFA KARASÛ:
KES NIKARE PÊŞÎ LI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA GELÊ KURD BIGIRE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin ku di dema pêngavê de lehengiyeke mezin hate nîşandan û wiha dewam kir;

Gelê Kurd veguheriye civakeke fedayî.

Li ser xeta 14’ê Tîrmehê ne.

Em biryarên hevrêyên xwe yên li zindanan bi rêzdarî silav dikin.

Hemû fedayî ne, fedayiyên Rêbertî ne, fedayiyên gelê Kurd in.

Ewladên gelê Kurd ên bi vî rengî li çiyê, li zindanan li her deverê hene.

Lewma kes nikare pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigire.

MÛSTEFA KARASÛ:
TÊKOŞÎN WÊ HETA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURDÎ BIDOME

Mûstefa Karasû ji bo pêvajoya dema pêş jî ev tişt anî ziman;

Eşkere ye ku têkoşîn heta demokratîkbûna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd wê bidome.

Hîn ne Tirkiye demokratîk bûye ne jî pirsgirêka Kurd çareser bûye.

Pirsgirêka bingehîn a li pêşiya Tirkiyê, demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Ev yek jî bi têkoşînê, bi xurtkirina zîhniyeta demokratîk, bi hewldanên civaka demokratîk û hêzên demokrasiyê dibe.

Têkoşîn wê bidome.

Rêber Apo got, dest ji greva birçîbûnê berdin, negot ‘têkoşînê rawestînin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di dawiyê de destnîşan kir, têkoşîn tenê bi grevên birçîbûnê nabe, pêwîste bi rê û rêbazên hîn bi bandor bê domandin û got;

Çalakiyên bi vî rengî dikare hin gavan bidin avêtin, dikarin bibin destpêk, lê belê encama esasî bêguman wê bi têkoşînê were wergirtin.

Lewma wê têkoşîn bidome û divê bidome.

Leave a Reply

Back to top button